Bir kitap, binlerce ihtimal. Yeni kitapları takip et
PDF KİTAP İNDİRPolifonikRohat Cebe

Her kapağın ardında yeni bir dünya.

KİTAPLIĞINIZ İÇİN BİR KEŞİF

Polifonik PDF Ekitap İndir

Rohat Cebe · Yazar

POLÎFONÎK Ji Stranên Kurdî Yên Gelêrî -I- Mûzîka gelerî; ew celebê muzîka zindî ye ku li derveyî çanda bajarvaniyê hatiye hilberandin, ji nifşekî derbasî nifşekî bûyî û ji hêla gel ve hatî qebûl kirin e. Hewldanên Kurdan a ku hema hema sed sal in xwe bi jiyana...

Sayfa
82
Kategori
Roman
Yayın tarihi
2020-10-19
Yayınevi
NA YAYINLARI
ISBN
9786257085090
Dil
Türkçe
Format
PDF / EPUB
Roman ↗
İndirme henüz hazır değil

Kitap bilgilerini inceleyebilir, diğer kitapları keşfedebilirsiniz.

Bağlantılar eKitaplığım ana sayfasını yeni sekmede açar.

SAYFALARIN ARASINDA

Kitap hakkında

POLÎFONÎK Ji Stranên Kurdî Yên Gelêrî -I- Mûzîka gelerî; ew celebê muzîka zindî ye ku li derveyî çanda bajarvaniyê hatiye hilberandin, ji nifşekî derbasî nifşekî bûyî û ji hêla gel ve hatî qebûl kirin e. Hewldanên Kurdan a ku hema hema sed sal in xwe bi jiyana bajarvaniyê ve digirin û bi tevahî ji jiyana gundan qut nebûyîn, hem ji hêla cihêrengiya tonî ve hem jî ji hêla mijarî ve arşîvek dewlemend a muzîka gel pêk aniye. Çîrokbêjî, ku yek ji wan taybetmendiyên herî girîng ên wêjeya devkî ya Kurdî ye, ya herî girîng jî, têkelbûna çîrokên bi awazên hestyarî ve têne gotin carinan xemgînî, êş û kederê, carinan jî şahiyê, dilxweşî û evînê ji me re radigihîne. Ev veguheztin, tenê ji yek dengê ku di bin ronahiya melodiyên dewlemend de teşe girtiye tê pêkanîn. Muzîka Kurdî monofonîk e. Hejmara pêkhêneran yek be jî, hezar be jî, tenê yek melodî tê bihîstin. Ev avaniya otantîk a muzîka Kurdî ye. Pirtûka yekem a rêzê, POLÎFONÎK-Ji Stranên Kurdî Yên Gelêrî I', stranên gelêrî yên Kurdî ku wek monofonîk têne gotin, ji bo koroyê wek polîfonîk hatiye amade kirin, ku bi vî rengî muzîka Kurdî ya kevneşopî veguherandiye forma muzîka gerdûnî ya rojavayî, armanc dike ku bibe alîkar ji bo sazkirina muzîka Kurdî di qada navneteweyî de. Rohat CEBE, di 1978an de li Amedê ji dayik bû. Piştî ku dibistana navîn a Hunerên Bedew ên Anatolyayê ya Diyarbekirê bi pileya yekem xelas kir, di sala 1996an de, wek bi bûrsa tevahî di beşa Teorı̂k/Kompozîyon a Fakulteya Muzîk û Hunerên Dikê ya Zanîngeha Bilkentê de hate qebûl kirin. Piştî ku di sala 2002an de bi wergirtina rûmeta bilind ve mezûn bû bi şûnde, di encama ezmûnên ku li Almanyayê beşdar kirî de, di beşa Akademiya Mûzikê e ya Detmold ya "Hoch Schule Für Musik Dermold" ê de wek xwendekarê bestekarê Alman Prof. Dr. Martin Christop Redel hate qebûl kirin. Piştî perwerdehiya du salan, dubare vedigere Zanîngeha Bilkentê , xebatên xwe yên Master û Besayî di Hunerê de qedand. Cebe, di Zanîngeha Bilkentê, Fakulteya Muzîk û Hunerên Pêşandanê ya Yekeya Perwerdehiya Destpêka Muzı̂kê, Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Başkentê û Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Dicleyê de perwerdekarî kir. Niha jî li Zanın̂geha Batmanê, Fakulteya Hunerên Bedew, di Beşa Muzîkê de dixebite û her wiha wek Doç. Dr. seroktiya Beşa mûzîkolojiyê jî bi rêve dibe. Berhemên wî bi giranî li welatê me, li Almanya, Avusturya, Azerbaycan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Kanadayê têne jenandin. Herweha Yekemîn Pirtûka Cebe, a bi navê 'Ezidilik Ezidi Müziği ve İlahileri' di 2014an de ji weşanên Na'yê derket.
KEŞFETMEYE DEVAM EDİN

Bunlar da ilginizi çekebilir

Kitaplığa dön ↗