Bir kitap, binlerce ihtimal. Yeni kitapları takip et
PDF KİTAP İNDİRTarixa Dinesere- İbnu IlalmişMela Birhane Tarini

Her kapağın ardında yeni bir dünya.

KİTAPLIĞINIZ İÇİN BİR KEŞİF

Tarixa Dinesere- İbnu Ilalmiş PDF Ekitap İndir

Mela Birhane Tarini · Yazar

Tarîxa Dinêserê (Qosera Mêrdîna îroyîn), di warê dîroknûsiya bajarvaniyê ya serdema navîn de, çavkaniyeke gelek muhîm e. Hem dîroknasên Ewropî, hem jî yên Misliman bi giştî li ser bajarên wekî Şam, Bexda, Qahîre, Îsfahan, Şîraz û Stenbolê berhemên xwe pêk anîn...

Sayfa
176
Kategori
Tarih
Yayın tarihi
Belirtilmemiş
Yayınevi
PEYWEND
ISBN
9786056609121
Dil
Türkçe
Format
PDF / EPUB
Tarih ↗
İndirme henüz hazır değil

Kitap bilgilerini inceleyebilir, diğer kitapları keşfedebilirsiniz.

Bağlantılar eKitaplığım ana sayfasını yeni sekmede açar.

SAYFALARIN ARASINDA

Kitap hakkında

Tarîxa Dinêserê (Qosera Mêrdîna îroyîn), di warê dîroknûsiya bajarvaniyê ya serdema navîn de, çavkaniyeke gelek muhîm e. Hem dîroknasên Ewropî, hem jî yên Misliman bi giştî li ser bajarên wekî Şam, Bexda, Qahîre, Îsfahan, Şîraz û Stenbolê berhemên xwe pêk anîne ku ew bajarana bi giştî paytextên Împaratoriyan bûne û wekî navendên cîhana Îslamî hatine qebûlkirin. Lêbelê, li perîferiya împaratoriyan gelek bajar hene, di warê ilmî, çandî, aborî û siyasî de hîç ji van bajarana kêm nîn in. Bajarên Mezopotamyaya Bakur yên ku kurd lê niştecih in tu demê eleqeya heq dikin nedîtine. Dîroknûsiya serdest ku bi refleksek or­yantalîst û kolonyalîst dîroka xwerêxistinkirina kurdan a bajarî, siyasî û civakî; bi giştî bi gund, çiya, eşîr, koçberî û çolteriyê pênase dike, kurdan bi taybetî ji jiyana bajarî û aîdiyetên wê yên çandî, ilmî û siyasî bêpar û mehrûm dihêle. Ji ber vê nêrîna serdest, dîroka gelek bajarên kurdan ên qedîm an nehatiye nivîsîn yan jî li ser tarixa milletên din hatiye hesibandin. Gelek destxet û belgeyên têkildarî dîroka bajarên qedîm yan li refên arşîvan de li benda rizînê hatine hiştin, yan jî bi zanatî hatine/têne tehrîfkirin. Ev berhema ber destê we, xebateke xwedî taybetiyeke wiha ye. Biçûk be jî dixwaze parçeyek muhîm yê dîrokeke qedîm ji tunebûn û rizînê xilas bike. Tarîxa Dinêserê hem ji bo xwendevanên ‘jirêzê’ yên eleqe nîşanî dîroka serdema navîn a kurdan û Îslamê didin, hem jî ji bo dîroknas û lêkolîneran berhemeke muhîm e.
KEŞFETMEYE DEVAM EDİN

Bunlar da ilginizi çekebilir

Kitaplığa dön ↗